All NewsTop

Di hevdîtinên siyasî de wezaretên derve yên Ermenîstan û Ukraynayê mijarên hevkariyên dualî, rojeva navneteweyî û herêmî gotûbêj kirin.

Di 17ê Hezîranê de, di navbera wezaretên karên derve yên Ermenîstan û Ukraynayê de li Kîevê şêwirên siyasî pêk hatin. Şanda Ermenistanê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê Mnatsakan Safaryan û ya Ukraynayê jî bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Ukraynayê Yevhen Perebiinis bû.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê, di hevdîtinê de gelek mijarên di rojeva siyasî ya dualî de hatin nîqaşkirin û li ser hêviyên aktîvkirina hevkariyê di warên girîng ên dualî de hatin gotûbêjkirin. Aliyan li ser mijarên hevkariyê di warên bazirganî, aborî, yasayî û peymanî û yên din de gotûbêj kirin.

Li gorî çavkaniyê di civînê de li ser mijarên girîng ên rojeva navneteweyî û herêmî di hevdîtinê de nêrînên xwe anîn ziman. Hevdîtinan tekezî li ser peywendiyên berdewam di navbera her du welatan de li ser astên cuda û pevguhertina demkî ya ramanan kirin.

Hêjayî gotinê ye ku aliyê Ukraynayê bi berfirehî li ser rewşa herêmê ya ji ber êrişên Azerbaycanê û dagîrkirina axa Ermenistanê ya serwerî û herwiha li ser hewlên Komara Ermenistanê ya ji bo asayîkirina peywendiyan hatiye agahdarkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button