
80 ji 92 welatên ku beşdarî forumê bûn piştgirî dan belgeya dawî ya civîna bilind a li ser mijara Ukraynayê ku di 15-16ê Hezîranê de li Burgenstockê hat lidarxistin.
Organîzatorên çalakiyê lîsteya dewletên ku danezana dawî pejirandibûn li ser ekranên navenda çapemeniyê ya Bürgenstockê belav kirin. RIA Novosti dinivîse ku endamên BRICS Brezîlya, Hindistan, Afrîkaya Başûr, Îmarat û her weha Ermenistan, Bahreyn, Vatîkan, Endonezya, Lîbya, Meksîka, Erebistana Siûdî, Slovakya û Taylandê belge îmze nekirine.







