
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan pêşwaziya James O’Brien Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên Ewropa û Avrasyayê kir.
Ofîsa Serokwezîriyê radigihîne ku Nîkol Paşînyan bal kişand ser girîngiya lidarxistina civîna encamdana diyaloga stratejîk a Ermenistan û Amerîkayê li Êrîvanê û diyar kir ku di wê baweriyê de ye ku ev yek dê hêzeke nû bide pêşdebirin û bihêzkirina hevkariyên pir beşî. Serokwezîrê Ermenîstanê tekezî li ser piştgirîya berdewam ya Amerîka bo reformên demokratîk ên li Ermenîstanê kir. Wî destnîşan kir ku girîng e peymanên ku di civîna bilind a Ermenistan-YE-DY-Amerîkayê de ku di 5ê Gulanê de li Bruce pêk hat, bi bandor werin bicîhanîn.
James O’Brien bi kêfxweşî bal kişand ser wê yekê ku rûniştin bi bandor pêk hat û got ku rêveberiya Amerîkayê dê berdewam be li ser piştgiriya hikûmeta Ermenistanê ji bo pêşdebirina reforman di warên cuda de.
Gotûbêjan li ser peymana aştiyê ya Ermenistan-Azerbaycanê, pêvajoya xêzkirina sînor a li ser bingeha daxuyaniya Alma-Ata, projeya “Xaçerêya aştiyê” ya hikûmeta Ermenistanê û prensîbên wê hatin nîqaşkirin.
Serokwezîr Paşînyan da zanîn ku hikûmetê bernameya dabînkirina xaniyan ji bo kesên ji Qerebaxa Çiya bi darê zorê koçber bûne pejirand û tekez kir ku di pêkanîna wê de pêwîstî bi piştevaniya hevkarên navneteweyî heye.







