All NewsTop

Ji aliyê Tirkiyê ve me ti gav ji bo cîbicîkirina rêkeftina vekirina sînor nedît. Rûbînyan

Ermenistan hêvî dike ku Tirkiye peymana vekirina sînorê bejayî yê Ermenistan-Tirkiyê ji bo welatiyên welatên sêyemîn û xwediyê pasaportên dîplomatîk pêk bîne. Alîkarê Serokê Meclisa Neteweyî, nûnerê taybet ê ermenî yê di pêvajoya asayîkirina peywendiyên Ermenistan-Tirkiyeyê de Rûbên Rûbînyan di brîfîngekê de ji rojnamevanan re got.

“Li aliyê Ermenîstanê me hemû xebatên xwe yên binesaziyê qedandin, nuqteya kontrolê ji bo xebatê amade ye. Me ji aliyê Tirkiyê ve ji bo cîbicîkirina vê rêkeftinê ti gav nedîtiye, lê em hêvîdar in ku ev rêkeftin were cîbicîkirin.”

Wî bi bîr xist ku lihevkirinek heye ku bi nûnerê taybet ê Tirkiyê Serdar Kiliç re bicive, lê heta niha lihevkirinek li ser wede çênebûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button