All NewsTop

Dewletên Yekbûyî piştgirîya xurt ji Ermenîstanê re piştrast dike. Diyaloga stratejîk a Ermenistan û DYA li Êrîvanê

James O’Brien Alîkarê Wezîrê Derve yê Karûbarên Ewropa û Avrasyayê li Ermenîstanê ye. Ew ê bi rayedarên payebilind ên hikûmetê re bicive, di rojevê de mijara piştgirîkirina DYA ya ji bo pêşketina peymana aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de ye. Di bin serokatiya Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê O’Brien û Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararart Mîrzoyan de, beriya niha civînek li ser diyaloga stratejîk a Ermenî-Amerîkî hat lidarxistin û di civînê de mijara pêşketinên di warê kûrkirina têkiliyên dualî de hatin nirxandin. her wiha mijarên avêtina gavên zêdetir di wî warî de. Beriya wê Mîrzoyan û O’Brien sohbeteke taybet kirin. Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê wê 12’ê Hezîranê li Ermenîstanê be. Hevdîtina wî ya bi nûnerên karsaz û civaka sivîl re jî tê plankirin.

Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di civîna dawî ya diyaloga stratejîk a Ermenistan-Amerîka de ragihand ku Ermenîstan ji bo dawîkirin û îmzekirina pêşnûmeya peymana aştiyê ya bi Azerbaycanê re derfeteke rast dibîne. Ew di wê baweriyê de ye ku berfirehbûna hevkariyên Ermenistan-Amerîka, piştgiriya berdewam a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji serwerî, serxwebûn û yekparçebûna axa Ermenistanê re potansiyeleke mezin heye ku bibe alîkar ji bo avakirina aştiyek bi îstîqrar û bi rûmet li Kafkasya Başûr.

Wezîrê Karên Derva Mîrzoyan destnîşan kir ku Ermenistan her wiha pir eleqedar e ku hemû peywendiyên herêmî yên ku li ser esasên serwerî, rêzgirtina tam a dadweriyê, wekhevî û bertengiyê ne asteng bike, ku ev yek di înîsiyatîfa “Xaçerêyên Aşitiyê” de herî baş diyar dibe.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo Karûbarên Ewropa û Avrasyayê James O’Brien di bersivê de tekez kir: “Em li vir in ku piştgiriya xwe ya bihêz ji bo hewlên pêkanîna aştiya mayînde li herêmê dubare bikin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button