All NewsTop

Serokê Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê û Balyozê DYAyê rewşa ewlekarî ya li Kafkasyaya Başûr gotûbêj kirine

Serokê Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan, Balyoza  Amerîkayê ya li Ermenîstanê Krîstîna Qûînn qebûl kirîe.

Meclisa Netewî ya Ermenîstanê rewşa ewlekarî ya li Kafkasya Başûr, pêvajoya muzakereyên Ermenî-Azerbaycanê, mijara vegerandina girtiyên ermenî yên ku bi awayekî neqanûnî li Azerbeycanê tên girtin, nirxandin.

Di esasê vê hevdîtinê de gelek mijarên têkildarî hevkariya navbera parlementoya Ermenistan û Amerîkayê û têkiliyên dualî hatin nirxandin.

Li gorî çavkaniyê, amaje bi reformên girêdayî demokrasî, azadiya gotinê û mafên mirovan li Ermenîstanê hate kirin.

Lihevkirinek hat kirin ku di serdanên dahatî de li ser berfirehkirina hevkariyê gotûbêj berdewam bin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button