Ermenîstan di têkiliyên bi Rûsyayê re her tim weke hevkarekî dilsoz tevgeriya û heta kêliya dawî bawer dikir ku Rûsya Ermenîstanê bi tenê nehêle.
Serokê NA Alên Sîmonyan di brîfînga ligel rojnamevanan de, derbarê serdana şanda Ermenistanê ya bo Bûçîa ya Ûkraynayê de ku Wezareta Derve ya Rûsyayê notayeke nerazîbûnê şandiye Wezareta Derve ya Ermenistanê. Wezareta Derve ya Rûsyayê ew serdan wek “tevgereke ne dostane ya Erîvanê” bi nav kir.
“Li ser navê Wezareta Karên Derve ez ê li ser kiryarên ne dostane şîrove nekim. Bila li kiryarên xwe yên piştî 2020-an binêrin. Ermenîstan her tim wekî hevalekî dilsoz tevdigeriya, bi nefsbiçûkiya zarokekî bawer dikir, heta kêliya dawî hêvî dikir ku Rûsya Ermenîstanê bi tenê nehêle, Komara Ermenîstanê û gelê Ermenî “terka” neke. Bibore ji bo wê peyvê. Dewleta Rûsyayê Komara Ermenîstanê û gelê Ermenî “avêt”. Em xapandin, em bi tenê hiştin.”