All NewsTop

171 keçên êzdî yên di sala 2023-2024’an de dixwînin dest ji dibistana fermî berdane. Parlamenter

Di sala xwendinê ya 2023-24’an de ji 1319 keçên Êzidî yên li dibistanên fermî dixwînin 171’ê wan ji sîstema perwerdeyê derketin. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Parlamenterê Fraksiyona “Peymana Medenî” û endamê Komîteya Daîmî ya Dewlet û Yasayî Alxas Gazaryan bi pêşkêşkirina daneyên Wezareta Karên Navxweyî û Ragihandinê ev tişt got.

“Tevgera zarokên ku ji perwerdehiya mecbûrî tên dûrxistin herî zêde li lîseyan diyar dibe. Bi taybetî di pola 10an de li gor salên berê ji sedî 52,7, di pola 11an de ji sedî 69,5, di pola 12an de jî ji sedî 88,2 kêm bûye. Û ev pirsgirêk ne tenê di nava Êzidiyan de, di nava Ermeniyan de jî berbelav e.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button