All NewsTop

Ermenistan û Almanya dê di warê teknolojiya leşkerî de hevkariyê bikin. Heyeta Wezareta Parastinê çû Berlînê

Ji bo beşdarî pêşangeha “ILA Berlîn 2024” a ku di 5-9ê Hezîranê de li Berlînê hat lidarxistin, heyeta Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Parastinê Karên Brûtyan çûye Almanyayê.

Wezareta Parastinê da zanîn ku di çarçoveya serdanê de bi Sekreterê Giştî yê Wezareta Parastinê ya Federal a Elmanyayê Benedîkt Zimmer, rayedarên din û nûnerên şîrketên pîşesazî yên leşkerî re hevdîtin hatine kirin.

Di hevdîtinan de mijarên hevkariya leşkerî-teknîkî û leşkerî-teknolojî ya Ermenistan û Almanyayê hatin gotûbêjkirin, gelek peyman hatin îmzekirin û belge hatin îmzekirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button