All NewsTop

Ermenistan bi 148 dengan wek endamê Konseya Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî hat hilbijartin

Di dengdana ku li baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê hat kirin de Ermenîstan bi 148 dengan wek endamê Konseya Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî hat hilbijartin.

Li ser vê yekê Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê agahdar dike.

“Em spasiya dewletên hevkar Ermenîstanê dikin ji bo piştgiriya wan. Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Derva ve hat dayîn de hat gotin ku Ermenîstan ji bo pêkanîna Rojeva Pêşketina Berdewam a 2030an tevkariyê li hevkariya navneteweyî dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button