All NewsTop

Wezareta Derve ya Swîsreyê li ser rakirina encamên lehiyê yên li Ermenîstanê

Wezareta Derve ya Swîsreyê li ser xebatên ji bo ji holê rakirina encamên lehiyê yên li du herêmên Ermenîstanê nirxand.

“Li Ermenîstanê ji ber barana gur li bakurê welêt lehî rabû, jiyana xwe ji dest da û zirareke mezin çêbû. Swîsre alêkaeî dişîne da ku alîkariyên mirovahî peyda bikin û binesaziyê binirxînin,” di posta tora civakî ya Wezareta Derva ya Swîsre de hate gotinê.

Serokê heyeta Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenîstanê Vasîlîs Maragos jî li ser tora Х ya civakî nivîsek weşand û tê de bal kişand ser amadebûna hevkaran ku “di mijara derbaskirina zirarên mezin ên ji ber lehiyên li herêmên bakur” de piştgirî bikin. “Ez pêşwaziya pisporên yekem ên Buroya Alîkariya Mirovî ya Komîsyona Ewropî dikim,” Maragos nivîsandîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button