
Ermenistan her tiştî dike ku peymana aştiyê di zûtirîn demê de bibe rastî.
Li Meclisa Netewî di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re, serokê karmendê serokwezîrê Ermenistanê Araîk Harûtyûnyan ev tişt got.
“Em her tiştî dikin ku di zûtirîn dem de peymana aşitiyê pêk were û berjewendiyên Komara Ermenistanê li ber çavan bê girtin, ji ber ku îmzekirina wê peymanê dê garantiyên hîn cidîtir ji bo pêkanîna aştiyê li Ermenîstanê û li herêmê bi giştî çêbike. Harûtyûnyan got.







