
Serokwezîrê Federasyona Rûsyayê Mîxaîl Mîşûstîn ragihand ku Ermenîstanê îxracata xwe ya ji bo piyaseya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê 14 qat zêde kiriye û mezinbûna hilberîna nesafî ya welêt ji sedî 8,5 derbas kiriye.
Serokwezîrê Federasyona Rûsyayê bi minasebeta 10emîn salvegera Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê di hevpeyvîna xwe ya li gel kanala televizyonê ya Rûsya-24 de ev tişt got.
Mîşûstîn diyar kir ku her 5 welatên endam ji beşdariya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê sûd werdigirin û eşkere kir ku ev yek di serî de ji ber nebûna kontrola gumrikê ya li ser sînorên navxweyî ye.
“Bi saya gihîştina tercîhî, bi gelemperî, qebareya bazirganiya hevbeş pir zêde bûye. Mînak Ermenîstanê îxracata xwe ya ji bo bazara Yekîtiyê 14 qat, Belarûs û Kazakistan 2 caran, Qirgizîstan jî 3 qat zêde kirin.”
Mîşûstîn her wiha amaje bi geşbûna netîceya navxwe ya welatên endamên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê jî kir û got ku encamên sala borî ji rêjeyên cîhanê zêdetir bûn.
“Sala par mezinbûna berhema navxwe ya Ermenistanê ji %8,5 derbas bû. Hêjeya hilberîna pîşesaziyê %4 e, “got Mîşûstîn.







