All NewsTop

Di atmosferê de guhertineke girîng heye, lê nayê wê wateyê ku em gihîştine xeta dawî. Paşînyan derbarê peymana aştiyê de

Li ser îmzakirina peymana aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de guhertineke girîng di atmosferê de heye, lê ev nayê wê wateyê ku alî gihîştine xeta dawî. 

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di axaftina xwe ya li Meclîsê de bi rojnamevanan re axivî û bal kişand ser nêrîna ku ji aliyê Azerbaycanê ve tê gotin ku konferansa COP29 ku di meha Mijdarê de li Bakûyê tê lidarxistin, ji bo îmzekirina peymana aştiyê firsendeke baş e.

 “Pirsgirêk ew e ku divê li ser metna peymana aştiyê lihevkirin bên kirin. Ya rast, ev peyman di sala 2022 de pêk hatin. 6ê Cotmehê li Pragê, paşê li Soçiyê, paşê li Brukselê. Prensîbên sereke hatine lihevkirin, dimîne ku ew di metna peymana aştiyê de were dubare kirin. Ez wisa difikirim ku îmkana me heye ku em rojek berê wê xebatê biqedînin.” 

Serokwezîr li ser pirsa ku çi rê li ber Bakûyê digire ku daxuyaniya Alma-Ata di peymana aştiyê de cih negire, serokwezîr got ku xebatên li ser metna peymana aştiyê pir-qatî ye. 

Serokwezîr li ser pirsa îmzakirina muhtemel ya peymana aştiyê jî got. “Niha di atmosferê de guherînek girîng heye. Lê dîsa jî nayê wê wateyê ku em gihîştine xeta dawî û ya ku maye ew e ku em îmze bikin.” 

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button