
Hikûmeta Ermenîstanê biryar da ku li navçeyên Tavûş û Lorî yên ku ji ber lehiyê bandor bûne, herêma felaketê îlan bike. Biryara pêwendîdar a Hikûmeta Ermenistanê di malpera e-gov.am de hat weşandin.
Di 26’ê Gulanê ji ber barana zêde, lehî rabû li hejmarek komînên parêzgehên Tawûş û Lorî û ziyanekî mezin çêbû jinetêra û her wisa jî rê û pira hilweşiyan. Di encama wê lehiyê de 4 kes mirin.







