
Hikûmeta Ermenîstanê biryar da ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên lezgîn ên civakên di bin lehiyê de mane, bi giştî 300 milyon dolar ji bo herêmên Tavûş û Lorî veqetîne
Wezîrê Îdareya Herêmî û Binesaziyê Gnel Sanosyan di hevpeyvîna xwe da diyar kir ku di 300 milyon Dram ji bo çareserkirina pêdiviyên bingehîn bê bikaranîn.
“Ev pere ji bo pêkanîna gelek karên lezgîn tê armanckirin. Lê her wisa jî ew pere bi rêkûpêk wê bên zêdekirin, û hîn zû ye ku meriv li ser lêçûnên giştî biaxive. Em behsa bi mîlyardan dram dikin, “Gnel Sanosyan diyar kir.
Di 26’ê Gulanê ji ber barana zêde, lehî rabû li hejmarek komînên parêzgehên Tawûş û Lorî û ziyanekî mezin çêbû jinetêra û her wisa jî rê û pira hilweşiyan. Di encama wê lehiyê de 4 kes mirin.







