
Balyozxaneya Îngilîstanê piştgiriya xwe ji welatiyên ku ji ber lehiyê li herêmên Lorî û Tavûşê mexdûr bûne re nîşan dide û ji malbatên qurbaniyan re jî sersaxiyê dixwaze. Balyozxaneyê li ser rûpela xwe ya Facebookê ev yek ragihand.
Di peyamê de hat gotin, “Em rewşê bi baldarî dişopînin û hewldanên rayedarên Ermenîstanê di vê kêliyê de teqdîr dikin.”







