All NewsTop

Valêrî Boyêr banga cemidandina samanên Azerbaycanê li Fransayê û arastekirina van pereyan ji bo vegerandina zirarên li Kaledonya Nû kirîe

Valêrî Boyêr , endama Senatoya Fransa, Azerbaycan tawanbar kir ku hewl dide aramiya Fransa têk bide, bi taybetî bi handana nerazîbûnan ​​li Kaledonya Nû. Valêrî Boyêr banga cemidandina samanên Azerbaycanê kir û arastekirina van pereyan ji bo vegerandina zirara li Kaledonya Nû ku digihêje 1 milyar Euroyî ye.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Valêrî Boyêr di axaftina xwe ya li civîna Senatoya Fransayê de di dema gotûbêjkirina pêşnûmeqanûna ji bo pêşîgirtina li destwerdanên derve li Fransayê, ev tişt got û da zanîn ku Rûsya, Tirkiye û Çîn jî di çalakiyên li dijî Fransayê de cih digirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button