
Balyozê Rûsyayê yê Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn ji bo şêwirmendiyê gazî Moskovayê kir.
Li gorî “Armenpress”ê, ev yek ji hêla Wezareta Karên Derve ya Federasyona Rûsyayê ve hat ragihandin.
Servîsa çapemeniyê ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de got: “24ê Gulanê Balyozê Federasyona Rûsyayê yê li Komara Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn ji bo şêwirmendiyê hat vexwendin Moskovayê.”







