All NewsTop

Hikûmet dixwaze li balafirgeha “Zvartnots” termînalek nû ava bike

Di vê demê de, danûstandin ji bo avakirina termînalek nû li Balafirgeha Navneteweyî ya “Zvartnots” didomin.

Alîkarê Serokwezîr Mhêr Grîgoryan di civîna pirs û bersivan de ji endamên hikûmetê re li Meclisa Neteweyî, bersiva pirsa ku hikûmet ji bo birêvebirina çûnûhatina rêwiyan li balafirgeha navneteweyî ya “Zvartnots” çi gavan diavêje, got.

Grîgoryan da zanîn ku proje û nexşeya termînala nû heye, lê li ser xalên din ên peymanê nîqaş berdewam in.

“Ez difikirim ku şert û mercên diyarker ên ji bo pêkanîna veberhênanek nû û berfirehkirina têkiliyên tawîzan dê di mehekê de werin berhev kirin. Mîqdara veberhênanê nêzî 450 mîlyon Euro ye, “Grîgoryan bi dawî kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button