
Nobedarên sînor ên Rûs dest bi derketina ji navçeya Syunikê kirin. Spûtnîk Ermenîstanê radigihîne.
Li gorî nûçeya Spûtnîk Ermenîstanê, wan dest bi girtina nuqteyên seferberî yên li herêma navbera Gorîs û Çakatênê kirine.
Piştî şerê 44 rojan ê Kanûna 2020’an li vê herêmê hatin bicihkirin.
Beriya niha serokê Fraksiyona “Peymana Sivîl” a Meclisa Netewî ya Ermenîstanê Hayk Konjoryan der barê vekişîna leşkerên Rûsyayê ji navçeyên Gêgarkûnîk, Syûnîk, Tavûş, Ararat û Vayotszorê de ragihandibû.
Ji aliyê xwe ve, sekreterê çapemeniyê yê Serokê Rûsyayê Dmîtrî Pêskov ragihand, ku di civîna 8ê Gulanê ya li Moskowê ya serokên her du welatan de, li ser vekişîna leşker û zêrevanên sînorî yên Rûsyayê ji çend navçeyên Ermenîstanê li hev kirine.







