All NewsTop

Fona îstiqrar û geşepêdana Avrasyayê 100 milyon dolar ji Ermenistanê re veqetand

Civata Sindoqa Îstîqrar û Pêşketinê ya Avrasyayê biryar da ku ji bo piştgirîkirina reformên aborî bi qasî 100 mîlyon dolar fînanse bide Komara Ermenîstanê.

Servîsa çapameniyê ya sindoqê ragihand ku ew fon dê ji bo piştgirîkirina bûdceya sala 2024an were bikar anîn û li ser bingeha pêkanîna bernameya reformê ya hikûmeta Ermenistanê têne veqetandin.

Di planê de cîbicîkirina tedbîrên ji bo potansiyela mezinbûna aborî, û her weha zêdekirina kargêriya bazara kar û geşepêdana domdar hate pêşbînîkirin.

Fona îstiqrar û geşepêdana Ewrasyayê mekanîzmayek darayî ya herêmî ye ku bi qebareya wê zêdetirî 9 milyar dolar e, ku di sala 2009 de bi însiyatîfa Ermenistan, Belarûs, Kazakistan, Kirgizîstan, Rûsya û Tacîkistanê hate damezrandin. Armancên sindoqa îstiqrar û geşepêdana Avrasyayê ew e ku tevkariyê li aramiya aborî û darayî ya welatên endamên sindoqê bike û her weha piştgirî bide pêşkeftina wan a domdar.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button