
Di 10-11ê Gulana 2024an de, di navbera Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan û Wezîrê Karên Derve yê Komara Azerbaycanê Jêyhûn Bayramov de li bajarê Almata yê Qazaxistanê hevdîtin pêk hatin. Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê agahdar dike.
Wezîran pêşwaziya pêşketinên di warê sînor û rêkeftinên di wî warî de kirin. Wezîr û heyetên bi wan re li ser pêşnûmeya peymana dualî ya “Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de aştî û têkiliyên navdewletî ava bikin” gotûbêj berdewam kirin. Aliyan li hev kirin ku danûstandinên li ser mijarên vekirî yên ku hîna nakokî hene berdewam bikin.
Di serdanê de wezîr cuda cuda û di çarçoweya sê alî de bi Alîkarê Serokwezîr, Wezîrê Karên Derve yê Qazaxistanê Mûrat Nûrtlêûî re hevdîtin kirin.







