All NewsTop

Ermenistan amade ye heta meha Mijdarê bi Azerbaycanê re li ser prensîbên lihevkirî peymana aştiyê îmze bike

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan got ku Erîvan amade ye heta meha Mijdarê bi Bakûyê re li ser esasê prensîbên naskirî peymana aştiyê îmze bike.

Paşînyan îro di hevdîtina bi rojnamevanan re li ser daxuyaniya Serokomarê Azerbaycanê ya ku gotibû heta meha Mijdarê dibe ku peyman were îmzekirin, got: “Ez bi fikra Îlham Aliyev re ku peymana aştiyê heta Mijdara 2024an bê îmzekirin.”

Serokwezîr got: “Ji ber vê yekê divê hemû prensîbên lihevkirî di peymana aştiyê de bên tomarkirin û eger ez niha nebêjim ku em ê hefteya bê wê peymanê îmze bikin, ev tê wê wateyê ku heta niha lihevkirin pêk nehatiye.” hêvî dikin ku di civîna wezîrên derve yên li Almatayê de pêşketin çêbibin.

Di 10’ê Gulanê de li bajarê Almata yê Qazaxistanê dê di navbera Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan û Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Jeihun Bayramov de hevdîtin pêk were.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button