All NewsTop

Paşînyan bi Toîvo Klaar ra li ser pêvajoya diyarkirina sînoran axivîe

Serokwezîr Nîkol Paşînyan, Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê yê ji bo krîza Kafkasya Başûr û Gurcistanê Toîvo Klaar qebûl kirîe.

Ji ofîsa Serokwezîrtiyê, serokê heyeta Yekîtiya Ewropayê ya li Komara Ermenîstanê Balyoz Vasîlîs Maragos jî beşdarî civînê bûye.

Di hevdîtinê de behsa rewşa herêmê, danûstandinên li ser peymana aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de û pêvajoya diyarkirina sînor hat kirinê. Pirsên bi hevkariya Ermenistan-Yekîtiya Ewropayê û pêşdeçûna wê ya pêşdetir hatin gotûbêjkirinê. 

Toîvo Klaar carek din da zanîn ku YE bi tevahî piştgirî dide pêvajoya danûstandinên Ermenistan-Azerbaycanê ji bo çareseriyek berfireh û mayînde, her wiha lihevkirina destpêkirina pêvajoya xêzkirina sînor li ser bingeha Daxuyaniya Alma-Ata ya sala 1991’an.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button