All NewsTop

Ji Pûtîn ra hatîe gotinê ku li ser peymana aştiyê ya Ermenistan û Azerbaycanê xalên ku li hev nehatine hene

Berdevkê Serokomariya Rûsyayê Dmiîtrî Pêskov di hevpeyvînekê de ligel Kanala Yekem gotîe, Ermenistan û Azerbaycan li ser peymana aştiyê dixebitin, hê jî xalên ku li hev nehatine hene, û danûstandinên li ser diyarkirina sînor jî berdewam in.

“Niha em teqez behsa jiyaneke nû dikin, helbet axa Azerbaycanê heye, danûstandin di navbera her du welatan de li ser diyarkirina sînoran tê kirin. Jixwe beşek hatiye lihevkirin. Û her du welat li ser peymana aştiyê dixebitin, ku di heman demê de xalên ku hîn li ser nehatine lihevkirin jî hene,” Pêskov gotîe, “RIA Novosti” î ra.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button