All NewsTop

Beşdarbûna Ermenîstanê di lûtkeya dahatû ya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de biryara welatekî serwer û serbixwe ye

Li gorî Sekreterê Giştî yê Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf, beşdarbûn an jî beşdarnebûna Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di Lûtkeya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf a sala 2024an de biryara welatekî serwer û serbixwe ye.

Ev yek ji aliyê TASSê ve, li ser gotinên sekreterê giştî yê rêxistinê ragihand.

“Beşdarbûn an jî beşdarnebûna Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di Lûtkeya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf a sala 2024an de biryara welatekî serwer û serbixwe ye. Ji bilî vê, berî lûtkeyê, di van mehan de gelek tişt dikarin biguherin, bi hêvî me ku baştir bibe, “got Sekreterê Giştî.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan beriya niha ragihandibû ku Ermenistanê beşdarbûna xwe ya di Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de cemidandiye. Nîkol Paşînyan beşdarî Civîna Bilind a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf ya ku di Mijdara 2023an de li Mînskê hat lidarxistin nebûye

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button