PoliticsTop

H’erke Adrbêcan ne qezîyabû, dêmek çima ermenîyê QÇ’ t’erka malê pêþê xwe dan? Þon Mirfî- meh’kema T’MY-da

Þon Mirfî meh’kemêda e’lamkirîye, wekî h’erke Adrbêcan seva binelîyê QÇ’-ye ermenîya h’esavnedibû qezîya, dêmek çima 100 h’ezar meriva zêdetir meha pare îlonê t’erka malê pêþê xwe dan?

Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- ewî k’êlma xweda daye k’ivþê, wekî govekê þöxölê meh’kemêda bi lêk’olînkirina îzbatîyê mewcûd- wek’îlê adrbêcanî, e’cêve, nikarin îzbatîyê erêkirina varvêþîya r’asayêye nisbetî kesê ermenîye bajar’vanîyê bivînin.

Bi paþdaveger’andina ser ermenînefretkirina Adrbêcanêda nisbetî ermenîya belabûyî û e’lametîyê hindava Îlham E’lîêvê sedrê welête li nav-nîþanê cime’ta ermenîya sewikirî, Mirfî daye k’ivþê: “Ezê t’emamîya wan e’lametîyê E’lîêvê sedir e’ne’nenekim, k’îjan sewtbûne û, k’îjan, axirsongî, p’areke îzbatîyê mene. Lê, bi fikira me, ew e’lametî dijmintaya r’asayê didine k’ivþê yan lap kêm vê qonaxa heqda dikarin isa bêne xwendinê. Mesele, Adrbêcanê diwek’iland, wekî e’lametîya E’lîêvê sedir, wekî dijminê wane h’îmlî ermenîyê dinîaêne, dîharbûna dijmintaya r’asayê nîne. Adrbêcan diwek’ilîne, wekî ev gilî bi dilxweþî bona t’enqîdçîyê Adrbêcanêye yan wan, ê kö Adrbêcanê h’iznakin. Lê fikira ermenîyê dinîayê, bêþik, derheqa konkrêt welatîda yan serk’arîya konkrêt welatî û ordîya wîdaye. Fikir aþkela derheqa t’emamîya k’oma ÿt’enîkdaye- dinîaêda  k’îderê jî bive.

“Bi vê me’nîyêye, wekî wana t’erka malê xwe daye. Me’nî ev qezîyaye û serwextbûna wêye sêwirandî, k’îjan nav dehesalîya hindava h’ökömeta Adrbêcanêda hatîye bêcerkirinê”,- Mirfî xitimkirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button