All NewsTop

Li Qerebaxê her roj şaristaniya cîhanê tê xiravkirinê

Li ser pêşniyara Encumena Navnetewî ya Monument û Nîşan, UNESCO ji sala 1983’an ve 18’ê Nîsanê wek Roja Cîhanî ya Bîrdarî û Nîşaneyan pîroz dike. Armanc ew e ku hişmendiya mirovahiyê ya li ser mîrateyên dîrokî û çandî zêde bike, ji bo parastin û populerkirina peykeran hewlên pêwîst bide.

“Li çaraliyê cîhanê bi organîzekirina çalakiyên curbecur girîngiya abîdeyan tê nirxandin. Ligel van hemûyan, li Qerebaxê dagirkirî, rejîma dewletê ya Azerbaycanê nirxên şaristanî yên ku beşek ji mîrateya çandî ya cîhanê ne, li ber çavê hemû cîhanê tine dike. Tevahiya mîrateya çandî ya li Artsaxê di bin gefa wêrankirin û desteserkirinê de ye. Di vê roja cîhanî de, em careke din hişyar dikin ku rojane şaristaniya cîhanê li Qerebaxê têk diçe. Ger gavên zelal neyên avêtin dê gerstêrk ji nirxên çandî yên awarte bêpar bimîne.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button