All NewsTop

Frank Pallon bang li DYAyê kir ku alîkariya leşkerî bide Ermenîstanê

Frank Pallon, endamê Meclisa Nûneran a Kongresa Amerîkî, hevserokê Komîteya Karûbarên Ermenî ya Kongresê, bang li Amerîka dike ku alîkariya leşkerî bide Ermenîstanê, da ku Ermenistan bikaribe parastina xwe bi xwe pêk bîne.

Pallon di çalakiya ku ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Ermeniyan, Ermenistan û Qerebaxê ya bi sernavê “Ji bo Qirkirinê Edalet” hat lidarxistin de ev tişt ragihand.

Got jî: pêwîst e gelek zêdetir alîkarîyên mirovî ji Qerebaxê re bê dabîn kirin û pêgirî kir ku gere rêyek bi piştevanîya Amerîka bê pêşkêş kirin daku awareyên Qerebaxê vegerin warên xwe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button