All NewsTop

Nêzîkî 2 hezar û 600 jinên êzidî hê jî dîl in, qirkirin berdewam dike. Rostem Bakoyan

Komkujiya Êzdiyên Şingalê di sala 2014an de ji aliyê gurûpa terorîst a “Dewleta Îslamî” ve heta niha jî berdewam e. Zêdeyî 2 hezar û 600 jinên Êzidî hê jî dîl in.

Parlamenterê êzîdî yê Fraksiyona “Peymana Sivîl” Rûstem Bakoyan li Meclisa Neteweyî di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re ev tişt got.

“Qirkirin heta roja îro didome. Zêdetirî 2,600 xwişkên min hîna jî girtî ne, çarenûsa wan ne diyar e. Me karî hinekan vegerînin, lê mixabin ne gelek. Parlamenter got, heta îro bi sedhezaran êzdî di kampan de dijîn, di şert û mercên gelekî xerab de ne: pirsgirêkên tenduristî, perwerdehî û hwd.

Bakoyan di wê baweriyê de ye ku însiyatîfa wî ya ji bo bibîranîna qurbaniyên qirkirina Êzidiyên Şengalê li Ermenîstanê, wê ji bo rawestandina qirkirina ku ji sala 2014’an û vir ve tê meşandin jî bike.

Wî spasiya gelê ermenî, hukûmeta ermenî bi nûnertiya serokwezîr, saziya qanûndanînê ku serokê meclisa niştimanî temsîl dike, û her weha hevkarên opozisyonê yên ku beşdar bûn û deng dan projeya wî ya pêşniyar kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button