All NewsTop

Li Ermenîstanê wê 3’ê Tebaxê weke roja bîranîna qurbaniyên qirkirina Êzidiyan bê pîrozkirin. Meclîsa Neteweyî ev proje qebûl kir

Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê di xwendina duyemîn de projeya ku 3’ê Tebaxê weke roja bîranîna qurbaniyên Qirkirina Êzdiyên Şengalê ya sala 2014’an bê destnîşankirin, bi temamî qebûl kir.

  Pêşnûmeya  zêdekirina qanûna “Cejn û rojên bîranîna Komara Ermenîstanê” di rûniştina awarte ya Meclisa Neteweyî de bi 79 dengan bi yekdengî hat qebûlkirin.

Proje ji aliyê parlementerê êzdî yê fraksiyona “Peymana Sivîl” a desthilatdar Rûstam Bakoyan ve hat pêşkêşkirin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve Parûyr Hovhannîsyan erêkirina hikûmetê nîşan da û bal kişand ser girîngiya vê însiyatîfê ji bo pêşîgirtina li qirkirinan û alîkariya wê ya ji bo xurtkirina têkiliyên dostane yên di navbera gelên Ermenî û Êzidî de.

Di rûniştinê de yek ji şahidên jenosîda Şengalê Feyral Seyîd Talal jî axivî û spasiya Parlamentoya Ermenîstanê kir ku piştgirî daye gelê Êzidî. “Ez ji we daxwaz dikim ku her tim bi qasî ku ji destê we tê gelê me biparêzin. Em di kampan de ne, em li Şengalê jî cih nabînin. Divê em ji malên xwe dernekevin. Kî dikare destekê bide me da ku dawî li qirkirina li ser me bê anîn.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button