All NewsTop

Şîrketên pîşesaziya leşkerî ji Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê zêdetirî 300 mîlyon dolar emir wergirtin

Şîrketên ku di kompleksa pîşesazî ya leşkerî de cih digirin ji Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê 300 mîlyon dolar ferman wergirtine. Wezîrê Pîşesaziya Teknolojiya Bilind a Ermenîstanê Mxîtar Hayrapêtyan di hevdîtina bi rojnamevanan re ev tişt gotîe.

“Heta dawiya salê em li bendê ne ku ev reqem bibe 477 milyon dolar.

25 fîrmayan ji Wezareta Parastinê ferman wergirtin. Em hêvî dikin ku ev hejmar heta dawiya salê bigihîje 29an,” wî got.

Wezîr got ku heta niha 46 peymanên 3 salan hatine îmzekirin.

Hayrapêtyan da zanîn ku armanca Komîteya Pîşesaziya Leşkerî ya Ermenîstanê ew e ku ji bo şîrketan şert û mercên balkêş biafirîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button