Wezîrê Aboriyê Gêvorg Papoyan pêşwaziya serokê heyeta Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenîstanê Balyoz Vasîlîs Maragos kir.
Wezaretê da zanîn ku gelek mijarên têkildarî berfirehkirina hevkariyên bazirganî û aborî yên Ermenistan-YE, alîkariya darayî û teknîkî ya sektora ku ji hêla YE ve hatî pêşkêş kirin, hevkariyên dualî û piralî yên di çarçoveya Hevkariya Rojhilat de, bername û însiyatîfên ku bi hev re têne pêkanîn hatine gotûbêj kirin.
Aliyan li ser rêgezên pêşîn ên aboriya Ermenistanê, teşwîqkirin û cihêrengkirina îxracatê, kişandina sermayedaran, geşepêdana bazara sermayeyê, başkirina binesaziyên bi kalîte, geşepêdana çandiniyê û bernameyên piştgiriyê yên ku ji hêla YEyê ve têne pêşkêş kirin, nêrînên xwe dan hev.
Her wiha wezîr projeya “Xaçerêya Aştiyê” ya Hikûmeta Ermenîstanê û prensîbên wê pêşkêşî mêvanan kir.