All NewsTop

Meclisa Neteweyî di xwendina yekem de projeyasaya 3’ê Tebaxê weke roja bîranîna qurbaniyên qirkirina Êzdiyan qebûl kir

Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê di xwendina yekemîn de projeya ku 3’ê Tebaxê weke roja bîranîna qurbaniyên qirkirina Êzidiyan li Şengalê bê binavkirin qebûl kir.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, pêşnûmeya zagona zêdekirina qanûna “Cejn û rojên bîranînê yên Komara Ermenîstanê” bi yekdengî û 88 dengên erê hat qebûlkirin.

Proje ji aliyê parlementerê êzdî yê fraksiyona “Peymana Sivîl” a desthilatdar Rustam Bakoyan ve hat pêşkêşkirin.

Gotûbêja xwendina duyemîn a projeyê di 16ê Avrêlê de ye.

Di 3ê Tebaxa 2014an de, êrişên koma têrorîst a “Dewleta Îslamî” li ser bajarê Şingalê yê Iraqê ku êzîdî lê dijîn, pêk hatin û di encamê de zêdetir ji sê hezar kes hatin kuştin. Ji ber birçîbûn, tîbûn û germa bê tehemûl nêzî hezar kesên ku xwe spartibûn çiyayan mirin, zêdeyî 200 hezar êzdî penaber bûn, nêzî 5000 jin û keçên 13 heta 56 salî dîl hatin girtin. Qebûlkirina Îslamê û zewaca bi cîhadîstan re şertek ji bo mayîna cîhadiyan bû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button