Ermenistan li ser îhtîmala vekirina ofîseke girêdayî teknolojiyê li Geliyê Sîlîkonê difikire. Wezîrê Pîşesaziya Teknolojiya Bilind a Ermenîstanê Mxîtar Hayrapêtyan di hevdîtina bi rojnamevanan re ev tişt got.
Wî diyar kir ku hêvîdar e ku ev fikra wê gengaz be.
Li gorî wî, ev yek dê bihêle ku Ermenistan çavkaniyên teknolojîk ên gerdûnî bikar bîne, hevkariya navneteweyî pêş bixe, pêşveçûna navendên teknolojiya guncan û nûjen zûtir bike û Ermenistanê wekî lîstikvanek cîhanî di warê teknolojiyên bilind de bi cih bike.