All NewsTop

Îran ji nêzîkbûna peywendiyên Ermenistan û YEyê ti sedemeke xemê nîne. zanyarê siyasî

Têkiliyên Ermenistan-Yekîtiya Ewrûpayê û bi giştî Ermenistan-Rojava bi rastî gihîştine hejmûn û kalîteyekî nedîtî, ji ber ku qerax an qadên nû yên hevkariyê hatine destnîşan kirin, loma jî potansiyela pêşveçûnê heye. Ev destpêka qonaxeke nû ya peywendiyan e û Ermenistan ji aliyê Rojava ve weke dewleteke li ser rêya demokrasiyê ye û dixwaze rûbirûyê êrîş û gefên dewletên otorîter bibe.

Siyasetzan Edgar Vardanyan di hevpeyvîna xwe ya bi “Armenpress”ê re ev nêrîna xwe anî ziman û behsa geşepêdana têkiliyên Ermenîstanê û Yekîtiya Ewropayê kir.

Li gorî wî pisporê siyasî, YE di serî de pêkhateyeke siyasî û aborî ye, ji ber wê jî divê em bibînin bê bêyî her tiştî çawa dikare beşdarî bihêzkirina ewlehiya me bibe.

Li gorî çavdêriya Vardanyan jî bi zelalî tê dîtin ku Fransaya endama YEyê bi Ermenistana ku hevalbenda Federasyona Rûsyayê ye, ku potansiyela pêşkeftinê jî heye, hevkariyeke leşkerî-siyasî ya nedîtî pêş dixe.

Li gorî Vardanyan, nêzîkbûna peywendiyên Ermenistan û Yekîtiya Ewropayê li dijî welatên sêyem û bi taybetî Komara Îslamî ya Îranê nîne û aliyê Îranê jî di vî warî de ti sedem nîne ku dilgiran be.

Vardanyan li ser perspektîvên têkiliyên aborî yên Ermenistan û Yekîtiya Ewropayê destnîşan kir ku welatê me hîn ne amade ye ku bi tevahî di nav aboriya Ewrûpayê de entegre bibe, lê rewş dikare di demek pir kin de bi rengek erênî biguhere.

Vardanyan bal kişand ser mijara serbestberdana vîzeyan a bi welatên Yekîtiya Ewropayê re jî, diyar kir ku ew li bendê ne ku li gorî encamên civîna 5’ê Nîsanê nexşerêyeke bi tarîxên diyarkirî bê qebûlkirin lê ev yek pêk nehat.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button