24 endamên Parlamentoya Ewropayê ku di nav de Seroka Lijneya Ewlehî û Parastinê ya Komîteya Têkiliyên Derva Nathalî Lûazo jî heye, bang li Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Lêyên û Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Êntonî Blînkên kirin. ji bo ewlekariya Ermenistanê dabîn bike.
Li gorî “Armenpress”, ev yek ji hêla Nathalî Lûazo ve di posta xwe ya mîkrobloga X de hate ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di dema ku Yekîtiya Ewropa û DYA piştgiriya xwe ya ji bo Erîvanê xurt dikin, em 24 endamên Parlamentoya Ewropayê bang li Ûrsûla von der Lêyên û Êntonî Blînkênn dikin ku ewlehiya Ermenîstanê biparêzin.”