
Gulebarana Azerbaycanê li ser gundên herêma Tavûşê ya Ermenîstanê careke din nîşan dide ku hikûmeta Azerbaycanê tu carî ber bi aştiyê ve naçe. Vê derbarê da Rêveberê Navenda Hiqûq û Edaletê “Tatoyan” Arman Tatoyan daxuyaniyek daye.
“Hikûmeta Azerbaycanê li ser nijadperestî û nefreta li hemberî Ermeniyan hatiye avakirin. ji bo wan temînata hebûnê ye.
Van sûcên demdemî ewlekariya gund û bajarên me xera kiriye, mirov ji jiyanek aram û ewle, derfeta bidestxistina debara malbatê bê par mane.
Lewma hebûna wan a li derdora gundên me bi ti şert û mercî nayê qebûlkirin.”







