
Di 5’ê Nîsanê de civîneke gelek girîng pêk hat, hevdîtineke bi vî rengî qet nehatibû lidarxistinê û ev civîn di çarçoveya pêşxistina têkiliyên me yên bi DYA û YE’yê ra qonaxeke girîng bû. Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan, li ser encamên hevdîtina Paşînyan-Blînkên-Von der Lêyn ku di 5’ê Nîsanê de li Brûsêlê pêk hat, li ser weşana televîzyona giştî daxuyanî daye.
“Em bi DYA û YE’yê re têkiliyên xwe xurt dikin. Li gorî encamên civînê, di daxuyaniyê de bi zelalî rêgezên ku ji bo me pir girîng in, ji piştgiriya serwerî û yekîtiya axa Ermenistanê dest pê dike, ev daxuyaniya siyasî ya herî girîng e ku îro bi rastî hewcedariya me ye. Berdewamiya ragihandina piştevaniya ji bo reformên demokratîk ji aliyê YE û DY û di warên din da, rûbirûbûna aborî, civakî-aborî, di nav da enerjiya atomê, lê ne tenê, ji ber ku li ser hinartina elektrîkê ji Ermenistanê jî, li ser beşdariya Ermeniyan di kabloya binê Deryaya Reş, hat gotin ku dikarin rejimên cuda yên vîzeyê werin danîn û hwd.”
Mîrzoyan her wiha got, di daxuyaniya hevbeş de amaje bi zêdekirina ewlekariya xurek Ermenistanê hatiye kirin, ku ev yek behsa cihêrengiya peywendiyan û herwiha ewlehiyê dike.







