
Civîna sê alî ya Ermenistan-Ewropa-Amerîka li Brûsêlê, berî her tiştî, taybet bû di warê cudakirina siyaseta derve ya Ermenistanê û rol û têgihîştina Ermenistanê di têkiliyên navneteweyî de. Parlamenterê Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê Sargîs Xhandanyan li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsî.
“YE û DYE’yê piştgiriya xwe ya ji bo serwerî, demokrasî, yekparebûna axa Ermenîstanê û berxwedana civakî-aborî dubare kirin.
YE û DYE înîsiyatîfa “Xaçerêyên Aştiyê” ya ku ji aliyê hikûmeta Ermenîstanê ve hat pêşkêşkirin, ku dê dewlemendiya hevpar û hevkariya herêmî pêş bixe, pêşwazî kirin.
Piştgiriya diravî ya ku ji hêla YE û DYE ve hatî sozdan dê bibe alîkar ku di gelek waran de berxwedana Ermenîstanê xurt bike û pirsgirêkên mirovahî çareser bike.”







