All NewsTop

Rûsya wê eksena ku Hindistan-Yewnanistan-Ermenistan çêkiriye hez neke. Siyasetzanê Hindî

Li hember eksena Pakistan-Azerbaycan-Tirkiye eksenek Hindistan-Yewnanistan-Ermenistan dirust dibe, eksena Hindistan-Yewnanistan-Ermenistan dikare li Kafkasya Başûr bibe hêzeke hevsengiyê ku Rûsya jê hez nake. Li ser vê yekê “Ermenistan wekî xaçerêya şaristaniyan. Zanyarê siyasî yê Hindî Mahêş Ranjab Debata di konferansa têkiliyên dîrokî û çandî de di 28ê Adarê de got.

Wî bi bîr xist ku piştî şerê li Qerebaxê û nêzîkbûna Tirkiye û Pakistanê di pirsa Keşmîrê da, Ermenîstan û Hindistanê peymana şandina çekan îmze kirin. Pispor destnîşan kir ku Delhiya Nû û Yêrêvanê bi hev re hevkariyek sûdmend ava kirine. Hindistan bazara xwe ya hinartina çekan fireh dike û Ermenistan jî kelûmelên parastinê peyda dike. “Peymana di navbera Azerbaycan û Pakistanê de derbarê şandina firokeyên şer ji bo Bakûyê bandorê li qada ewlekariya Ermenistan û Hindistanê jî dike.”

Di heman demê de Mahêş Ranjan Dêbata behsa girîngiya zêdekirina danûstendina salane ya navbera Ermenistan û Hindistanê bo 1 milyar dolaran kir. Ew hêvî dike ku serokwezîrê Hindistanê Narêndra Modî serdana Ermenîstanê bike, ku dê têkiliyan berbi astek nû bilind bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button