All NewsTop

Tê plankirin ku para Ermenîstanê ku ji tevaya budçeya baca gumrukê ya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê tê belavkirin, zêde bibe

Tê payîn ku para Ermenîstanê ya ku ji butçeya giştî ya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê tê belavkirin, ku ji baca gumrukê pêk tê, zêde bibe.

Wezîrê Aboriyê Gêvorg Papoyan li Meclisa Neteweyî ev tişt got.

“Di sala 2023’an de ji Ermenîstanê 473 milyon dolar ji bo budçeya giştî ya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê hatiye komkirin û tenê 181 milyon dolar hatiye wergirtin. Bîlançoya neyînî 292 milyon dolar bû.”

Heya niha, li ser platforma aborî ya Avrasyayê, pêşkeftina metodolojiya hesabkirina normên ji bo dabeşkirina baca gumrikê ya îthalatê di navbera welatên endamên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê de hatî çêkirin.

“Pêwîste bê tomarkirin ku di guherandina rêbazê de, di her hesabekê de para Ermenîstanê dê bibe ji sedî 2,13, di rewşa herî xirab de jî dê bibe ji sedî 1,69. Niha li gorî formulê em ji sedî 1,22 distînin.” wezîr gotîe.

Papoyan ji bo guhertineke wiha hêviya xwe anî ziman û da zanîn ku yek ji bijardeyan jî ew e ku tu guhertin neyê kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button