All NewsTop

10’emîn Konferansa Parlamenterên Ciwan a Cîhanî wê li Êrîvanê bê lidarxistin. Alên Sîmonyan û Martîn Çûngong li Cinêvaê peymanek îmze kirine

Serokê Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan û Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Nav-Parlamenteran Martîn Çûngong li ser lidarxistina Konferansa Cîhanî ya Parlamenterên Ciwan ên Yekîtîya Nav-Parlamenteran (IPU) peymanek îmze kirin.

Meclisa Netewî ya Ermenîstanê da zanîn ku di Îlona 2024’an de 10’emîn Konferansa Cîhanî ya Parlamenterên Ciwan wê li Êrîvanê bê lidarxistin.

Konferans ji bo parlementerên ciwan ên ji çar aliyên cîhanê platformek bêhempa ye ku bicivin, pirsên ku ciwanan eleqedar dikin nîqaş bikin, ezmûnan pevguherînin û pêş bikevin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button