
Azerbaycan çiqasî hewl bide Ermeniyan bi êrîşkar û îslamofobî sûcdar bike jî, rastiyên ku ji aliyê pêkhateyên navneteweyî ve hatine tespîtkirin, rastiyeke cuda tîne ziman. Li ser vê yekê Weqfa Zanistî ya Analîtîk “Geghard” daxuyaniyek da.
“Komara Azerbaycanê ji bo ku polîtîkaya xwe ya qirkirin û nefreta ermeniyan veşêre, bi îdiayên derew hewl dide Ermenîstan û Ermeniyan li ber çavê civaka navneteweyî weke êrîşkar, tundûtûj û biyanî nîşan bide.







