All NewsTop

Wezîrên karên derve yên Ermenistan û Kazakistanê li ser îmkanên nû yên lojîstîkî gotûbêj kirine

Wezîrên karên derve yên Ermenistan û Kazakistanê Ararat Mîrzoyan û Mûrad Nûrtêlû li ser îmkanên lojîstîkî axivîne. Civîna wezîrên derve di çarçoveya serdana Mûrad Nûrtêlû ya Êrîvanê de pêk hatîe.

Weke ku Ararat Mîrzoyan di civîna çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de da zanîn, li ser gelek pirsan nîqaş hatin kirin. Wezîr bal kişand ser têkiliyên gelek caran yên li ser platformên piralî, diyaloga siyasî ya di asteke bilind de, wezîr diyar kir ku hemû potansiyela xwe pêk nehatiye. “Em gihîştin wê encamê ku alî amade ne ku potansiyela xwe pêş bixin û bi cih bînin. Ermenistan ji Amerîka heta Rojhilatê Asyayê bi hevkarên xwe re bi pêşxistina têkiliyên dualî re eleqedar e. Û têkiliyên bi Qazaxistanê re cihekî girîng digire. Ez kêfxweş im ku berjewendiya dualî heye.”

Mîrzoyan bal kişand ser girîngiya geşepêdana derfetên lojîstîka veguhestinê ji bo her du welatan û da zanîn ku di derbarê projeya “Xaçerêya Aştiyê” û derfetên tên dayîn de agahî dane hevjînê xwe. Di vê derbarê de wezîr bi taybetî balkişand li ser wê yekê ku gere derfetên nû yên lojîstîkî li ser esasên serwerî, wekhevî û beramberiya welatan bin.

Mîrzoyan her wiha rewşa Başûrê Kafkasyayê, pêvajoya asayîkirina peywendiyan bi Azerbaycanê re jî pêşkêş kir. Wezîrê Karên Derve bal kişand ser pabendbûna Ermenîstanê bi rojeva aştiyê û hemû hewldanên avaker ên ji bo îmzekirina lezgîn a peymana aştiyê ya li ser bingeha yekparebûna axê, li gorî peymana sala 1991’an. Daxuyaniya Almaty.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button