All NewsTop

Têkiliyên Ermenistan û Fransa ji nîşaneyên kevneşopî yên diyaloga siyasî derbas bûne. Wezîrê karên derve

Sala borî hejmareke nedîtî ya serdanên payebilind ji Fransa bo Ermenistanê hatin tomar kirin. Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan li Meclîsa Neteweyî ev tişt got.

“Peywendiyên Ermenistan-Fransa xwedî karaktereke taybet in. Di sala raporê de di navbera serokwezîrê Ermenîstanê û serokkomarê Fransayê de 5 hevdîtin pêk hatin. Herwiha hejmareke nedîtî ya serdanên me yên payebilind ji Fransayê hene. Di vî warî de têkiliyên me ji nîşaneyên kevneşopî yên diyaloga siyasî derbas bûn.”

Serokê Meclisa Netewî ya Fransa serdana Ermenistanê kir, ev serdan yekem bû li ser asta Serokê Meclisa Netewî ya Fransayê. Wezîrê Derve yê Fransayê di nava salê de du caran serdana Ermenîstanê kir. Di nava salê de serdanên hevdu yên wezîran hebûn.

Wezîrê Karên Derve bi bîr xist ku di çarçoveya lewazbûna jeopolîtîk a herêma Syûnîkê de Fransa biryareke girîng girt. Di meha Tebaxê de, wan ragihand ku ewê li Gorîs ofîsa konsolosxaneyê vekin. Mîsyona parastinê ya Fransayê li Ermenîstanê hat vekirin, em behsa saziya ataşeyê leşkerî dikin.

Gotûbêjên li ser nexşerêya 2021-2026-an ku bi mebesta berfirehkirina hevkariya aborî ya Ermenistan-Fransa jî bi tundî berdewam dikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button