All NewsTop

Endamên Parlamentoya Ewropayê bang li rêveberiya Yekîtiya Ewropayê kirin ku mîrata çandî ya Ermeniyên Artsaxê biparêze

Endamên Parlamentoya Ewropayê ji bo parastina mîrata çandî ya Qerebaxa Çiya bang li rêveberiya Yekîtiya Ewropayê kirin.

Nameya ku ji Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl, Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Layên û Seroka Parlamentoya Ewropayê Robêrta Mêzzola ra şandî, ji aliyê endama Parlamentoya Ewropayê Mîrîam Lêxman ve hat weşandin.

Name ji aliyê zêdetirî 40 parlamenterên Ewropayê ve hatiye îmzekirin.

“Mîrasa çandî û olî ya Ermeniyan a li Qerebaxa Çiya beşek bingehîn a mîrata me ya hevpar a Ewropayê ye.

Ji ber vê yekê, ligel koma hevkarên Parlamena Ewropî ya ji partiyê, em bang li serokên Yekîtiya Ewropî dikin ku piştrast bikin ku YE ji bo parastina wê gavên aktîf bavêje,” Lexman li ser nameya weşandî şîrove kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button