3-ê meha gölanê R’ewanêda “Barsêlona” îspanî û “Sportîng”-a pûrtûgalî wê bilîzin. Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda Arayîk Harût’yûnyanê serk’arê îdara serekêwezîrê CE e’lamkirîye- bi nivîsara belgê xweyî t’or’a sosîalîêye “Fêysbûk’”-êda kirî.
Nîvxitimkirina dinêda “Bênfîk-a” portûgalî û “Malyorka” îspanî wê biilîzin. Xitimkirin û lîstika seva cîyê sisya 5-ê meha gölanê wê biqewime”,- Arayîk Harût’yûnyan nivîsîye- bi binxetkirina”, wekî eva qewmandina t’arîxîye, û serê meha gölanê R’ewanê bive p’ayt’extê fûtbola avropî.