
Hikumeta Ermenîstanê dixwaze ji bo standardên navneteweyî serlêdan bike û balafirgeha Kapanê ji bo seferên navneteweyî jî bike xizmetê.
Wezîrê Îdareya Herêmî û Binesaziyê Gnêl Sanosyan li Meclisa Neteweyî ev tişt gotîe.
“Mebest û daxwaza me ew e ku ne tenê ji bo seferên navxweyî, ji bo seferên navneteweyî jî xizmeta balafirgeha Kapanê bikin. Gere em karibin serî li standardên navneteweyî bidin û balafirgeha Kapanê bikin balafirgeheke navneteweyî.”







